• Friday, 13 February 2026
logo

Erdogan pîrozbahî li Îmamoglu kir

Erdogan pîrozbahî li Îmamoglu kir
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî aşkerebûna encamên nefermî yên hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, pîrozbahî li Ekrem Îmamoglu kir.



Recep Tayyip Erdogan li ser hesaba xwe ya twîtterê têkildarî hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û encamên vê yên nefermî peyamek belav kir.



Erdogan di peyama xwe de ragihand, li gor encamên nefermî, Ekrem Îmamoglu serkeftin bidest xistiye û pîrozbahî li wî kir.



Serokomarê Tirkiyê diyar kir, bi hilbijartinên îro yên Stenbolê, “îradeya netewî li Tirkiyê derket holê.”



Edogan got: Ez hêvî dikim encamên dubarekirina hilbijartina ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji bo Stenbola me bibe sedema xêran. Îradeya netewî îro careke din derket holê. Li gor encamên nefermî, Ekrem Îmamoglu serkeftiyê hilbijartinê ye û pîrozbahiyê li wî dikim.



Erdogan di beşeke peyama xwe de daye xuyakirin ku Tifaqa Cumhur di çarçoveya prensîpên xwe de û heta bidestxistina armancên xwe dê heya 2023an berdewam be.



Erdogan wiha axivî: “Her weke berê, di pêvejoya pêşiya me de, em dê ji demokrasiyê, serweriya hiqûqê, aştiya li welatê me, xweşguzeranî û seqamgîriyê ti tavîzê nedin û di çarçoveya prensîpên Tifaqa Cumhur de, bi yekîtiyê û bi hev re, ber bi armancên xwe yên 2023an bimeşin.”



Li gor encamên nefermî yên ku ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyê AAyê belav kiriye, berbijêrê Tifaqa Millet û CHPê Ekrem Îmamoglu %54.03ê dengan û berbijêrê Tifaqa Cumhur û AK Partiyê Binalî Yildirim %45.09ê dengan bidest xistine.



Hêj Saziya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê, encamên fermî yên hilbijartinên Stenbolê neragihandiye.



Rudaw
Top