Dadgeh: Ehmed Türk û 101 Karmendên Bajarvaniya Akdenizê bê tawan in
Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê li dijî hevserokê şarawaniya bajarê Merdinê Ehmed Turk doz vekiribû bi tawana xerap bikaranîna posta xwe.
Doza Ehmed Turk îro hate dîtin û dadgehê biryar da ku Turk li gorî yasyan tevgeriya ye. Dadgehê doza Ehmed Turk bêtewan dît û betalkir.
Li bajarê Akdenîz ya Mersînê jî, wezareta navxweyî di derbarê 101 karmendên Şaradariya HDPê de, doz vekiribûn û ev doz îro birêve çû û dadgehê doz betalkirin.
Asayişa bajarê Mersinê 2012ê, li ser torên komelayetî 101 karmendên Şaradariya Akdenizê, bi heceta propagandeya terorê kirine, doz ji wan re vekiribûn.
K24
