• Friday, 13 February 2026
logo

Hêzên Iraqê ji ber navê Kurdistanê tabloya partiyekê anîn xwarê

Hêzên Iraqê ji ber navê Kurdistanê tabloya partiyekê anîn xwarê
Li Daquqê hêzên Iraqê tabloya baregeha Partiya Komonîst a Kurdistanê (Şiyûî) ji ber ku navê Kurdistan li ser hebû, anîne xwarê. Berpirsekî Partiya Komonîst a Kurdistanê jî dibêje, ev yek ji ber encamên bûyerên 16ê Cotmehê û herwiha nebûna yekrêziyê di navbera aliyên Kurdistanî de çê bûye.



Partiya Komonîst a Kurdistanê ragihand, ku piştî 16 Cotmehê rê li ber wan tê girtin ku bargehên xwe vekin û baregehên wan li Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li dervayî îdareya Herêma Kurdistanê dagîrkirî mane.



Partiya Komonîst daye xuyakirin, herî dawiyê bargeha wan a Daqûqê ku di 20 vê mehê de hatibû vekirin, lê hêzên desthilatdar li wî bajarî rê nedane ku ew tabloya partiya xwe bilind bikin, ji ber ku navê Kurdistan li ser tabloyê hatiye nivîsandin.



Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê, Herdî Mihemed ragihand: “Piştî bûyerên 16ê Cotmehê baregehên Partiya Şîyûî ya Kurdistanê li Kerkûkê rastî girtinê hatine, di heyama bihorî de jî wê partiyê çend baregehên xwe li çend qeza û nahiyeyan vekir, di 20ê vê mehê de jî Komîteya Daqûqê vekir, lê ji ber peyva Kurdistanê û di jêr guvaşên hêzên ewlehiyê de, tabloya partiyê li ser baregeha komîteyê anîne xwarê.”



Kargêrê Komîteya Parêzgeha Kerkûkê ya Partiya Komonîst a Kurdistanê, Hawrê Bextiyar ji Rûdawê re ragihand: “Piştî 16ê Cotmehê piraniya baregehên me hatine girtin, du ji wan baregehan heya niha jî di bin dagîrkariyê de mane, yek ji wan li nahiyeya Pirdê û ya din jî li qezaya Daqûqê ye.”



Hawrê Bextiyar herwiha got: “Piştî vê rewşê me gelek hewl da li gel hêzên ewlehiyê û aliyên peywendîdar ên hikûmetê , daku em baregehên xwe werbigrin, lê me nekarî, lewma bi neçarî me ciheke din ji bo baregeha Komîteya Daqûqê dabîn kir. Roja 20ê vê mehê me baregeha xwe vekir, me tabloyek li ser baregehê danîbû li ser hatibû nivîsandin; evder baregeha Partiya Komonîst a Kurdistanê ye. Partiya Komonîst a Kurdistanê li Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ruxseta fermî heye bi heman navî, wate navekî asayî û yasayî ye. Lê hêzên ewlehiyê li vî sînorî di çend rojên bihorî de gelek guvaş li me kirin û gotin, nabe navê Kurdistanê li ser vê tabloyê bimîne û divê ev tabloyê bînin xwarê, lewma hevalên me bi neçar û di bin fişara hêzên ewlehiyê de, tabloya baregehê anîne xwarê. Niha baregeha me li Daqûqê bê tablo ye.”



Derbarê vê yekê de, kîjan hêzan fişar li wan kiriye ku tabloyê bînin xwarê, Kargêrê Komîteya Parêzgeha Kerkûkê ya Partiya Komonîst a Kurdistanê got: “Hêzên fermî ne, ewên ku desthilata ewlehiya Daqûqê di destê wan de ye, Polîsê Federalî û fermangehên dewletê yên li Daqûqê.”



Bi gotina Hawrê Bextiyar, ev mijar di bin bandora bûyerên 16ê Cotmehê de û ji ber nebûna yekrêziyê di navbera aliyên Kurdî de û herwiha bêdesthilatiya Kurdan li Bexdayê, çê bûye û dibêje: “Piştî bûyerên 16ê Comtehê bi ti awayekê me nekariye bi awayekê ciddî behsa rewşa Kerkûkê li gel aliyên Iraqî bikin, me nekariye behsa wê aloziyê û rewşa xirab a ku li Kerkûkê heye, bikin, me nekariye yekrêz û yekdeng bin, lewma ev yek encama bûyerên 16ê Cotmehê û nakokiya di navbera aliyên Kurdistanî de û herwiha nebûna parêzgarekî Kurd li Kerkûkê ye, herwiha ji ber encamnedana civînên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ye.”



Pêştir jî di roja Ala Kurdistanê de, piştî ku Komîteya Parêzgeha Kerkûkê ya Partiya Komonîst a Kurdistanê, li ser baregeha xwe ya li Kerkûkê Ala Kurdistanê bilind kir, di jêr fişarên hêzên Iraqî de, ew partî neçar mabû ku Ala Kurdistanê li ser baregeha xwe bîne xwarê.



Rudaw
Top