Li Swêdê di şerê navbera çeteyan ê 15 rojan de 13 kes mirin
Li Swêdê di navbera çeteyan de pevçûnên îsal de bi giştî 44 kesan jiyana xwe ji dest dane û di şerê 15 rojan de jî 13 kes mirin.
Li gor televîzyona SVT ya dewleta Swêdê, li gor rêjeya nifûsê be li Ewrupayê di wan 5 salên borî de herî zêde cîhê ku êrîşên çekdarî û kuştin lê pêkhatî Swêd di rêza herî jor de cîh digre û îsal 44 bûyerên kuştinê pêkhatine û di 15 rojên dawiyê de 13 kes hatine kuştin.
Piştî zêdebûna bûyerên tundiyê Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson di televîzyonê de ji bo hemû welat axivî û ragehand, hikûmet, polîs û artêş dê li gel tewanên çetegeriyê tekoşînê de bi awayekî hevpar tevbigere.
Kristersson ragehand, di tekoşîna li hember çeteyan de hemû çavkaniyan dê bikarbînin û ji roja yekşemê û şûnde polîs bê ku destûrê wergire ew kesên ku gumana çetetiyê lê dike dê telefonên wan guhdar bike û ew zagon jî dê bikeve meriyetê.
Herwaha got, di tekoşîna li hember çeteyan de artêş jî dê dakeve kûçeyan û nîqaşê dikin ku ka artêş çawa dikare ji polîs re bibe alîkar.
Li gor amarên polîsê Swêdê belav kirine îsal di navbera çeteyan de 283 êrîşên çekdarî pêkhatine û di êrîşan de 44 kesan jiyana xwe ji dest dane, 87 kes jî birîndar bûne.
Basnews
