• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serokê Almanyayê daxwaze pêşkêşî parlementoya welatê xwe dike

Gulan Media September 30, 2023 Nûçe
Serokê Almanyayê daxwaze pêşkêşî parlementoya welatê xwe dike

Ev daxwaz taybete bi Kurdistanê.

Li gor çapemeniya cîhanî duhê Serokê Almanyayê Olaf Scholz bi fermî daxwaznameyek pêşkêşî parlementoya Almanyayê kiriye.

Serokê Almanyayê Olaf Scholz di daxwaznameya xwe de daxwaz kiriye daku, parlemen îzinê bide ku, leşkerên Almanî bo saleke din li Kurdistanê de bimînin.

Heta niha parlementoya Almanî bersifa daxwazê nedaye.

Weke tê zanîn Almanya endameke hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê ye û gelek leşkerên vê welatî li Kurdistan û Îraqê de hene.

Top