Parlamenterekî Êzdî: Hewldanên Reyan Kildanî ji bo ava kirina Heşdî Şeibî ya Êzdî ji bo belav kirina Êzdiyan e!
Li sînorê Şingal û Deşta Nînowa, Emîndarê giştî yê Tevgera Babîlon Reyan Kildanî dest bi navnivîsîna ji bo pêkanîna hêzeke çekdar a Êzdî ya ser bi Heşdî Şeibî kiriye. Parlamenterê bazineya Şingalê jî dibêje, armanca pêkanîna wê hêzê, ji bo dubendî û ji hev belav kirina nav mala Êzdiyan e.
Parlamenterê PDKê yê Şingalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re ragehand, Reyan Kildanî li sînorê Şingal û Deşta Nînowa dest bi nav nivîsandina pêkanîna hêzeke çekdar a Êzdî ya ser bi Heşdî Şeibî kiriye û got: ‘’Armanca pêkanîna wê hêzê, ava kirina dubendiyê û nakokî xistina nava Êzdiyane. Eger na li gor rêkeftina li ser Şingalê hatiye kirin divê dûrxistina PKKê û Heşdî Şeibî li Şingalê bê kirin, ne ku hêzeke din ser bi Heşdî Şeibî bê ava kirin.’’
Herwaha got, berê ew qaymeqamê Şingalê bûye û diyar kir, Reyan Kildanî li sînorê Şingal û di nav Êzdiyan de ti girseyekî wî û ti kesek li gel wî nîne, ku Êzdî di dora wî de bicivin. Lê bi piştevanî kirina madî ve kar li ser pêkanîna wê hêzê dike, ku destwerdanê li karûbarên Êzdiyan bike. Û got: ‘’Li Şingalê ji bo vegera koçberan û xizmetguzariyê pêwîstiya wê bi cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê heye. Lê mixabin di cîha cîhbicîh kirina wê rêkeftinê de kar ji bo ji hev belav kirina nav mala Êzdiyan tê kirin.’’
Li gor zanyariyên berdest, yek ji armancên din ên Reyan Kildanî ya pêkanîna wê hêzê jî bicîh kirina wan a li sînorê Herêma Kurdistan û Şingalê ye, ku Şingal zêdetir ji Herêma Kurdistanê bê qutkirin û dûrxistin e.
Basnews
