• Tuesday, 17 February 2026
logo

Di encama teqînekê de 3 Pêşmerge birîndar bûn

Gulan Media September 29, 2023 Nûçe
Di encama teqînekê de 3 Pêşmerge birîndar bûn

Li navenda Fermandariya Sipîlkê ya li parêzgeha Hewlêrê, di encama teqîna guleyeke hawanê ya 60 mm de, 3 Pêşmerge birîndar bûn.

Lîwa Tarq Silêman Hernî ji K24ê re ragihand, îro di dema paqijkirina baregeha wan de, hawaneke 60 mm teqiya û di encamê de 3 Pêşmerge birîndar bûn.

Lîwa Tarq Silêman Hernî da zanîn, Pêşmergeyên birîndar bo nexweşxaneya Xelîfanê hatine şandin, birînên wan sivik in û rewşa wan ya tenduristiyê cîgir e.

 

K24

Top