• Tuesday, 17 February 2026
logo

SERÊ KANIYÊ - Cendirmeyên Tirkiyeyê şkence li 4 ciwanên Kurd kir: 2 ciwan wenda ne

Gulan Media September 29, 2023 Nûçe
SERÊ KANIYÊ - Cendirmeyên Tirkiyeyê şkence li 4 ciwanên Kurd kir: 2 ciwan wenda ne

Cendirmeyên Tirkiyeyê 4 ciwanên Kurd li ser sînorê di navbera Serê Kaniyê û Dirbêsiyê de girtin, bi tundî şkence li wan kir.

Ji wan 4 ciwanan 2 ji wan hatine vegerandin û çarenivîsa 2 ciwanan jî nediyar e.

Çavkaniyekî taybet ji Qamişloyê ji Rûdawê re ragihand ku cendirmeyên Tirkiyeyê Elî Hisên Cindo yê 14 salî, Ezîz Hemo Naso yê 33 salî, Mihemed Îbrahîm Herdan û Mesûd Hemo Naso li ser sînorê di navbera Serê Kaniyê û Dirbêsiyê de girtin û bi tundî li wan xistin.

Cendirmeyên Tirkiyeyê Elî Hisên Cindo û Ezîz Hemo Naso avêtin Dirbêsiyê û her du ciwanên din jî wenda ne û çarenivîsa wan nediyar e.

Ew her du ciwanên vegeriyayî li nexweşxaneyeke Qamişloyê ne û tên dermankirin.

 

Rudaw

Top