• Friday, 13 February 2026
logo

Osman Ocalan: Nakokî di navbera Ocalan û Qendilê de kûrtir dibin

Osman Ocalan: Nakokî di navbera Ocalan û Qendilê de kûrtir dibin
Siyasetmedar Osman Ocalan li ser dubarekirina hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji K24ê re ragihand, Ak Partî wiha fêrî bûye ku desthilat hetaheta di destê wê de be û qebûl nake hêzeke nêzîkî desthilatiyê bibe, ji ber wê lawazbûn û şikestinê qebûl nake. Dema di hilbijartina Stenbolê de şikest, daxwaza dubarekirina hilbijartin kir. Dubarekirina hilbijartinan jî ji bo Ak Partî dibe referandûm.

Herwiha got: Duberekirina hilbijartinan şaşîtiyeke stratejîk e, gavên têkçûna desthilatdariya Ak Partiyê destpê kiriye û dirêj nake dê di Tirkiyê de guhartinên mezin rû bidin. Desthilatdariya Ak Partiyê dê biçe û desthilatdariyene nû dê bêne şûna wê.

Derbarê nameyên Rêberê PKKê Abdulah Ocalan de got, Ocalan nexwast bi vî awayî encam bên standin. Helwesta HDPê lawaz bû û CHPê ti projeyek pêşkêş nekir û sozên cidî jî nedan Kurdan ji bo çareseriya pirsa Kurdî, ji ber wê Ocalan peyam şandin, da ku rola Kurd bibe roleke stratejîk û bibe hêz, ne ku bibe rolek ku tenê piştgîriya aliyekî bike.

Li ser pirsa peyam Ocalan bandoreke erênî bide namzetê Ak Partiyê, Osman Ocalan got jî: Bêalîbûna Kurd di hilbijartinan de, dê bandorê di berjewendiya namzetê Ak Partiyê de bike, lê peyama Ocalan dereng bû û her dengdêrekî biryara xwe standiye dê deng bide kê.

Osman Ocalan li ser HDPê got: Stratejiya HDPê ew e, bila Ak Partî biçe û kî tê bila bê. HDP ne ji bo desthilatdariya herêmî û ne ji bo desthilatdariya Tirkiyê, ti proje pêşkêş nake. Herwiha ne CHP û ne Ak Partî jî ji bo çareserkirina pirsa Kurd ti gavan navêjin, anku Kurd tên xapandin.

Got jî: Peyama Ocalan di tevgera netewî ya Kurd de pêngaveke nû ye. Ocalan di vê xalê de ranawerste û dê berdewam be. Ocalan dê ji serkirdatiya Qendilê hesabê bixwaze, ji bo çi peyama wî dikin. di vir de dê nakokiyek di nava PKKê de rû bide. Qendîl ji berî 3 salan ve peyamnên Ocalan red dike, ji ber vê jî rewatiya serkirdatiya Qendîlê nemaye.

K24
Top