• Tuesday, 17 February 2026
logo

Bafil Talebanî careke din wek Serokê YNKyê hat hilbijartin

Gulan Media September 28, 2023 Nûçe
Bafil Talebanî careke din wek Serokê YNKyê hat hilbijartin

 Bafil Celal Talebanî careke din wek Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) hat hilbijartin.

Îro berî demjimêr 11:00an 5emîn kongreya YNKyê bi beşdariya hejmarek mêvanên navxwe û Îraqî dest pê kir û mêvanan gotarên xwe pêşkêş kirin.

Piştî navberekê kongreyê dest pê kir û Bafil Celal Talebanî bi piraniya dengên endamên kongreyê wek Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) hat hilbijartin.

Endamên kongreya pêncem a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) herwiha bi yekdengî Kosret Resûl Elî û Hêro Îbrahîm Ehmed ji ber rol û hewlên wan ên di dîroka YNKyê de, wek “Sembolên Bilind ên YNKyê” destnîşan kirin.

5emîn kongreya YNKyê bi beşdariya 600 endaman li Hola Hunerê ya Silêmaniyê tê lidarxistin û dê 3 rojan bidome.

Hejmara endamên serkirdayetiya partiyê dê were kêmkirin

Biryar e rêziknameya navxwe ya partiyê were guhertin û hejmara endamên serkirdayetiya partiyê ji 121an ji bo 51ê were kêmkirin.

Herwiha dê Endamên Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKyê jî dê bên destnîşankirin.

Tê çaverêkirin ku encûmeneke nû ya bi navê Encûmena Piştgiriyê bê avakirin û hejmara ofîsên YNKyê jî bên kêmkirin.


Bafil Talebanî kî ye?

- Bafil Celal Hîsamedîn Talebanî kurê mezin ê Mam Celal e

- Ew sala 1973yan ji dayik bû

- Berpirsê Ofîsa Sekreteriya Mam Celal bû

- Berpirsê Dijî Terorê yê Silêmaniyê bû

- Sala 1996an beşdarî perwerdeya hêzên biyanî yên Fransayê bû

- Sala 1998an beşdarî perwerdeya leşkerî ya Brîtanyayê bû

- Stratejiya siyasî li Amerîka û Brîtanyayê xwend

- Di kongreya çarem de bû endamê Encûmena Serkirdatiya YNKyê

- Di kongreya çarem de wek hevserok hat hilbijartin

  • Zewicî ye û 3 zarokên wî hene

Rudaw

Top