• Friday, 13 February 2026
logo

Civaka Kurd a Almanyayê bersiva Merkel da: Kurdan di referandumê de biryar daye

Civaka Kurd a Almanyayê bersiva Merkel da: Kurdan di referandumê de biryar daye
Civaka Kurd li Almanyayê, bersiva Angela Merkel da û ragihand, “Serxwebûna Kurdistanê ne di çarçeveya erkên hikûmeta Almanya de ye û di dawî de jî mafê çarenûsa miletê Kurd di referanduma 2017an de biryar li ser hatiye dayîn.”

Federasyona Komeleyên Kurdî li Almanya ku weke Civaka Kurd (Kurdische Gemeinde) tê naskirin, bersiva Serokwezîra Almanya Angela Merkel da ku gotibû, “dewleteke Kurdî xizmeta aştiya li navçeyê nake.”

Li gor malpera Avesta Kurd, Serokê Civaka Kurd li Almanya Mehmet Tanriverdi di daxuyaniyekê de ragihand: “Em li daxuyaniyên Serokwezîra Almanya matmayî man. Em li benda piştgirî û rêzgirtinê bûn li hemberî hewlên demokratîk û qurbaniyên Kurdan.”

Mehmet Tanriverdi diyar kir, “Serxwebûna Kurdistanê ne di çarçoveya erkên hikûmeta Almanya de ye û di dawî de jî mafê çarenûsa miletê Kurd di referanduma sala 2017an de biryar li ser hatiye dayîn, dema ku %93ê xelkê dawaza welatekî serbixwe bo Başûrê Kurdistanê kirin.”

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel roja 19ê Hezîrana 2019 li bajarê Goslarê di civînekê de ligel hejmarek ji xwandekaran de gotibû: “Ez bi serweriya yekparçeyiya axa Iraqê re me û di wê baweriyê de me ku dewleteke Kurdî xizmeta aştiya navçeyê nake. Divê Kurd li Iraqê xwedî rewşeke dadmend bin û ez li gel xwebirêvebirineke berfireh bo Kurdan li Iraqê me.”

Basnews
Top