PKKê ciwanekî kurd li ber çavê dayîk û bavê wî kuşt!
Rojnamevan û çalakvanê mafê mirov ê Rojhilatê Kurdistanê Erselan Yarehmedî di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand, roa 19.06.2019ê êvari çend gerilayên PKKê çûnê gundê Guwêze Kwêre yê bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê û ciwanekî bi navê Saman Danişwer li ber çavê dayîk, bav û kesûkarên wî heqaret û sivikayî pêkirine û piştre jî du gule li serê wî dane û piştre jî heqaret û sivikayî bi termê wî kirine.
Yarehmedî aşkera kir, Saman 10 salan gerîla bûye û 4 sale jî dest ji PKKê berdaye û wegeriyaye gel dayîk û bavê xwe û bi karên gund ên bax ve mijûl bûye. Herwaha kurê tenê yê malê bûye û du xwîşkên wî yên din jî hene. Her heman êvariya ku Saman hatiye kuştin, 30 çekdarên PJAKê çûne nav gund û xelk tirsandine, ku li hember vê bûyerê ti helwêstekî dijî PKKê li navçeyê wernegrin.
Erselan Yarehmedî daxwaz ji çalakvanên sivîl ên Merîwanê kir, li hember kuştina Saman xwedan helwêstbin û vê derbarê de lêkolînê bikin û helwêst wergirin.
Basnews
