Demîrtaş: Di navbera min û Ocalan de rikeberiyek tune ye
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku niha li bajarê Edîrne yê Tirkiyê di zîndanê de ye, di derbarê îdîayên ku dihat gotin, ‘di navbera wî û Ocalan de rikberiya desthilatê heye’ daxuyaniyek da û red kir ku tiştek bi vî awayî hebe.
Daxuyaniya Demîrtaş li ser hesaba wî ya Twitterê hat belavkirin. Demîrtaş di daxuyaniya xwe de got, gumana tu tune be ku Rêberê PKKê Ocalan bo demokrasî û aştiyê her çi bike ew dê li gel wî be û wiha pê de diçe, “Ez dûrî şerê desthilatdariyê û tiştên weke wê me. Bila kes rê neden kiryarên bi vî rengî. Ez dixwazim vê yekê jî bînim ziman ku ez dê nebin beşeke lîstokên wiha. Kesên ku dixwazin tiştên mezin bikin, divê tenezûla tiştên biçûk nekin. Ev mijar ji bo me hesas e. Divê her alî bi bandor tevbigere û ez banga her kesî dikim ku nebin beşeke ji vê tevgera derûnî.”
Basnews
