• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî bi boneya rojbûna Pêxemberê Îslamê peyameke pîrozbahiyê belav kir

Gulan Media September 27, 2023 Nûçe
Serok Barzanî bi boneya rojbûna Pêxemberê Îslamê peyameke pîrozbahiyê belav kir

Serok Barzanî bi boneya rojbûna Pêxemberê Îslamê (silavên Xwedê lê bin) peyameke pîrozbayî belav kir û tê de hat: “Em ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku di vê cejna pîroz de deriyê xêr û bereketê li gelê Kurdistanê û gelên herêmê re veke û aştî û aramî bi ser cîhan û herêmê de bîne.“

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi boneya jidayikbûna Pêxember Mihemed (silavên Xwedê lê bin) pîrozbahiyê li hemû misilman û peyrewên ola pîroz a Îslamê li cihanê, Iraq û Kurdistanê dikim.”

Herwiha Serok Barzanî got: “Daxwaza me ji Xwedayê mezin heye ku di vê boneya pîroz de deriyê xêr û bereketê li gelê Kurdistanê û gelên navçeyê re veke, aştî û aramî li cîhanê û navçeyê belav bibe û giyanê lêborîn, pêkvejiyan û tebayîyê di navbera mirovatiyê de biçesipe.”

Top