• Tuesday, 17 February 2026
logo

Îsraîl û Almanya rêkeftineke mezin îmze dikin

Gulan Media September 27, 2023 Nûçe
Îsraîl û Almanya rêkeftineke mezin îmze dikin

Îro wezîrê berevanî yê Îsraîlê diçe Almanyayê.

Li gor çapemeniya Îsraîlî vê îro çarşem 27ê Îlonê wezîrê berevanî yê vê welatî Yoaf Gallant serdana Almanyayê bike.

Wezîrê berevanî yê Îsraîlê di çarçoveya vê serdana han de li gel rayedarên Almanî dicive û rêkeftina firotina sîstema berevaniya asmanî ya Îsraîlî bi Almanyayê îmze dike.

Buhayê vê rêkeftina ku, îro tê îmzekirin 3 miliyar û 500 miliyon dolare û li gor rêkeftina han Almanya sîstema berevaniya asmanî ya pêşkeftî ji Îsraîlê distîne.

Top