Stenbol.. Nêçîrvan Barzanî û Erdogan civiyan
Serokê herêma Kurdistanê paşe derbasî koşka serokkomarîya ya Dolmabahçe bû û ji alîye serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re hat peşwazîkirin. Hevdîtina Barzanî û Erdogan ve li koşka serokatîye ya Dolmabahçeyê li gor bernama fermî sîet 3ê ye ve destpê bikira belê 3.30e destpêkir û 2 sîeta berdewam kir. Li ser civîne tu agahî ne hatin dayîn. Hat zanîn ku di hevdîtinê de tekilîyên di navbera Tirkîyê û Herême yên aborî, sîyasî û pirsgirekên heremî ve ji alîyê Erdogan û Barzanî hatin gotubêjkirin.
Hejaye gotinêye Serokkomarê Tirkîye Recep Tayyîp Erdogan di bernameyeka teybet ya televîzyone de eşkere kiribû ku îro roja înîyê tu bernameyên wî ye ahenga tunene belê serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî piştî vek serok hatî hilbijartin daxwaza hevdîtine kiribû ve bibe mevanime ye teybet.” Herwihaparlementere Partîya Komarîya Gel (CHP)ê Sezgîn Tanrikulu li ser malperê xwe ye twîttere peyamek belavkir û wiha got: ”Serokbûna te pîroz dikim û serkeftinê dixwazim. Hûn ziyareta xwe ya pêşî li me dikin û ev yek ji bo têkiliyên Kurdistan û Tirkiyê gelek girîng e. Da ku ziyareta we ji bo hilbijartinên Stenbolê nebe sedema manipulasyonan, em bawer in ku hûnê ya ji destê we tê bikin.”
Waar.tv
