• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Enqereyê teqîn: Kesekî canê xwe ji dest da

Gulan Media September 26, 2023 Nûçe
Li Enqereyê teqîn: Kesekî canê xwe ji dest da

 Li navçeya Mamakê ya bajarê Enqereyê yê Tirkiyeyê di kargeha Enstîtûya Pêşvebirin û Lêkolînên Pîşesaziyê de teqîn çêbû.

Di encama teqînê de kesekî canê xwe ji dest da.

Parêzgariya Enqereyê di derbarê teqînê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de ragihand ku di kargeha Enstîtûya Pêşvebirin û Lêkolînên Pîşesaziyê ya girêdayî Saziya Lêkolînê Teknolojî û Zanistê ya Tirkiyeyê (TUBITAK) ji ber madeyên kîmyayî teqînek çêbûye.

Li gorî parêzgariyê, di encama wê teqînê de kesekî canê xwe ji dest da.

Herwiha parêzgariyê da zanîn ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Li aliyê din, Şaredarê navçeya Mamakê Murat Kose jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir.

Kose diyar kir ku di bûyerê ji bilî wî kesê ku canê xwe ji dest daye ti kesekî din birîndar nebûye û piştî teqînê agir bi kargehê neketiye.

 

Rudaw

Top