• Friday, 13 February 2026
logo

Îran çekên giran dişîne devera Pîranşarê

Îran çekên giran dişîne devera Pîranşarê
îran berdewame li ser şandina çekên giran bo deverên sînorî
Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê, ew demeke ku rejîma Îranê dest kiriye bi şandina çekên girn û topxaneyan bo deverên sînorî li Rojhilatê Kurdistanê.

Di vê derbarê de ajansa Kurdpa belav kiriye ku roja pêncşemê spaha pasdaran ya Îranê hijmareke gelek zêde çekên giran û topxane şandiye devera Pîranşarê ya li ser sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê.

Çavkanî belav kiriye ku piraniya wan çekên giran yên ku bo deverê hatine şandin û li cîhên bilind hatine bicîhkirin, çekên katûşiya ne.

Herwiha hate zanîn ku îro şemî Îran çend yekeyên din yên topxane şandine devera Kamiyaranê û li hin girên çiyayê Şaho bicîh kiriye.
Top