• Friday, 13 February 2026
logo

Macron: Dawiya vê salê ezê serdana herêma Kurdistanê bikim!

Macron: Dawiya vê salê ezê serdana herêma Kurdistanê bikim!
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi daxuyaniyekê aşkera kir, dê dawiya vê salê serdana Iraqê û herêma Kurdistanê bike.

Serokkomarê Fransa îro 20.06.2019ê ji K24ê re ragehand, ‘’Dawiya vê sala 2019ê ezê serdana Iraqê û herêma Kurdistanê bikim.’’

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron yek ji dostên nêzîkî kurd tê nasîn û hikûmeta Fransayê jî wek piştevanekî kurd, her demekî xwedî helwêstekî baş, giring û bi bandor bûne.

Ev serdana Emmanuel Macron yekem serdana wî ye bo herêma Kurdistanê û berî naha jî serokkomarê berê François Hollande dema li ser erk bû serdana herêma Kurdistanê kir û li gel Serok Barzanî civiye û li qesra serokkomariya Fransayê ya Elysee pêşwazî li Serok Barzanî û serokê hikûmeta herêma Kurdistanê kir.

Basnews
Top