Serokê Herêma Kurdistanê ligel Mihemed Helbûsî civiya
Îro pencşemê 20- 06-2019an Neçîrvan Barzanî serdana Bexdayê kir û dihête çaverêkirin Barzanî ligel gelek siyasetmedar û berpirsên siyasî yên Iraqî bicive. Herwiha ligel Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî civiya. Di civînê da peywendiyên Hewlêr- Bexdayê kêşeyên herdu aliayan pirsa madeya 140 a destura Iraqê hat gotûbêjkirin.
Herwiha Nêçîrvan Barzanî îro ligel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî civiya bû.
Pişti hilbijartina Nêçîrvan Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê serdana xwe ya yekem bo Iraqê pêka anî.
Basnews
