Erdogan: Dê sibe bi Nêçîrvan Barzanî re bicivim
Recep Tayyip Erdogan şeva pêncşemiyê beşdarî weşana zindî ya hejmarek kanalên televîzyonê û medyayên civakî bû û derbarê mijarên di rojeva Tirkiyê de axivî.
Erdogan bi gotina “sibe mêvanekî min ê taybet heye”, diyar kir, sibe înê dê pêşwaziyê li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bike û bi wî re hevdîtinê bike.
Erdogan herwiha amaje bi wê yekê kir, Nêçîrvan Barzanî demeke dirêj e ku serdana Tirkiyê nekiriye.
Piştî destbikarbûna wî weke Serokê Herêma Kurdistanê, ev dibe yekemîn serdana Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyê.
Herwiha ev serdana Nêçîrvan Barzanî di posta Serokatiya Herêma Kurdistanê de dibe yekemîn serdana wî bo derveyî welat jî.
Tirkiye û Herêma Kurdistanê xwedî pêwendiyên bihêz in, her çend piştî referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê ku di 25ê Îlona 2017ê de hate encamdan, peywendiyên herdu aliyan sar bûn, lê belê piştre qonax bi qonax ber bi başbûnê ve diçe.
Di dema destbikarbûna Nêçîrvan Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê de, Erdogan peywendiyeke telefonî li gel Nêçîrvan Barzanî encam dabû û tevî pîrozbahîkirina li wî, tekezî li ser berdewambûna piştgiriya Tirkiyê bo Herêma Kurdistanê û Iraqê û Nêçîrvan Barzanî di pêgeh û erkê wî yê nû de kiribû.
Nêçîrvan Barzanî roja 28ê Gulana îsal bi dengê piraniya parlamenteran hatibû hilbijartin. Herwiha roja 10ê Hezîranê jî di merasimeke mezin de bi beşdariya 1200 mêvanên cîhanî, Kurdistanî û Iraqî, Nêçîrvan Barzanî sonda yasayî xwar û bi fermî weke Serokê Herêma Kurdistanê dest bi kar kir.
Nêçîrvan Barzanî îro pênşemî 20ê Hezîranê jî bo yekemîn car weke Serokê herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kir û li gel Serokomar Berhem Salih, Serokwezîr Adil Ebdulmehdî û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî bi cuda civiya.
Rudaw
