• Friday, 13 February 2026
logo

Trump: Di demeka nêzîk da em ê bizanin li Îranê didin yan na

Trump: Di demeka nêzîk da em ê bizanin li Îranê didin yan na
Beriya bi demekê di kongreyeka rojnemevanî da Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser pirsa rojnamegerekî ya “Amerîka wê li Îranê bide?” Trump got di demeka nêzîk da ew ê bizanibin bê ka Amerîka wê li Îranê bide yan na.

Komara Îslamî ya Îranê îro firokeyeke bêfirokevan ya Amerîkayê xist xwarê û peyiwnediyên Washington û Tehranê aloztir bûn. TRump ji ser hesabê xwe yê twitterê derbarê xistina firokeya Amerîkayê wiha nivîsand:” Îranê xeletiyek mezin kir.” Herwiha bi awayekî lezgîn ligel Wezîrê Derveyê yê Amerîkayê Mike Pompeo, Şêwirmendê Encumena Asayîşa Amerîkayê Johin Bolton, Wezîrê Berevaniya Amerîkayê bi wekalet Patrick Shanahan civiya. HErwiha di kongiryeka rojnemevanî da li ser pirsa rojnamegerekî ya “Amerîka wê li Îranê bide?” Trump got:” Di demeka nêzîk da em ê bizanin li Îranê didin yan na.”

Spaya Pasadarên Îranê îro ragihandibû ku wê firokeke bêmirov ya Amerîkî xistiye xwarê ku ketibû nav qada esmanî ya Îranê.
Firoka Amerîkî ku hatiye xistin, cûreya MiQ-4Ci Triton e dikane pirtir ji 30 demjimêran li esmanê bimîne.
Di rojên dawî de girjîya di navbera Tehran û Washingtonê jinûvê gur bûye û herî dawî Washingtonê, Tehran jiber êrîşeke li Kendava Umanê tawanbar kiribû û dû re biryara şandina 1000 leşkerên din ji Rojhilata Navîn re dabû.


Basnews
Top