• Friday, 13 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel rêveberiya PDK – Sê civiya!

Serok Barzanî li gel rêveberiya PDK – Sê civiya!
Serok Mesûd Barzanî li gel rêveberiya rêveberiya Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê (PDK – S) civiya.

Li gor malpera fermî ya Serok Mesûd Barzanî, derbarê naveroka civînê de daxuyaniya hatiye dayîn waha ye:

Roja pênçşem 20.06.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî li gel Sekreter û Endamên Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriye civiya.

Li civînê de Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriye bi kurtî behsa rewşa siyasî ya Sûriye û rewşa hemwelatiyên Kurd li wî welatî û guhertinên dawî kir û siyaset û beşek ji kar û çalakiyên siyasiyên partiya xwe ji bo Serok Barzanî şîrove kirin. Her wiha spasî Serok Barzanî jî kirin ku her di dema destpêkirina qeyrana Sûriye û hatina DAIŞê û kêşeyên din, Serok Barzanî herdem palpiştê gelê Kurd li Sûriye bûye û eve jî cihê hêviyeke mezin ya ji bo gelê Kurd li Sûriye da zanîn.

Her li vê civînê de Serok Barzanî gotarek ji bo amadebûyan pêşkêş kir û ronahî xiste ser rewşa siyasî ya li ser asta navçeyî û navdewletî û ji bilî derbirîna gumanên li ser paşaroja gelê Kurd li Sûriye, şîret û rênîşanderên pêwîst xisterû. Her wiha Serok Barzanî spasî xweragiriya endam û alîgirên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye û hemwelatiyên Kurd li Sûriye kir û daxwaz jî kir ku herdem bi hêvî û îradeyekî bi hêz de bimînin.

Basnews
Top