Kiçe Kurdek a Kerkûkê di kongirêsa Emerîkayê de rêz lê hat girtin
Sara Mehemed Şiwanî ku bi cilên Kurdî ve pişikdarî di merasîmên wergirtina xelatê de kir. Bi Kurdistan24 re jî ragehand: Nêzîkî 10 salan berî niha, li gel malbata xwe li Wîlayeta Yuta ya Emerîkayî akincî bûne.
Xelat jî wek merasîmeke salane birêve diçe. Ji bilî ku ew xelat bo xwînkarên zîreke hevdem karên xwebexşî û mirovî jî rolek giring heye li bexîşîna wê xelatê bi xîwndkaran. Ev sal jî Sara yek bû ji wan yên xelat wergirtine û ji alîyê yeneke xwîndkaran hatîye destnîşankirin bo wergirtina evê xelatê.
Sarayê xuya jî kir ku pişikdar û ew endam kongirêsên Emerîyakayê yên amadeyê mersîmê bûn sersamîya xwe nîşandan bi cilên Kurdî. Sarayê sedema poşîna cilên Kurdî jî bo wê yekê vegerand, ku vîyaye nwênerînîya xelkê Kurdistanê bike.
K24
