Cêrîmî Hant: Şanişîna Yekgirtî şanazîyê bi wê peywendîya dîrokî dike ku li gel Herêma Kurdistanê heye
Hant di peyama xwe ya pîrozbahîyê de ku arsteya Mesrûr Barzanî kirîye, dibêje: Şanişîna Yekgirtî şanazîyê bi wê peywendîya dîrokîya dike ku li gel Herêma Kurdistanê heye û li şerê Daişê piştîvanîya xelkê Îraqê û Kurd kirîye.
Di wê peyamê de, wezîrê derve yê Birîtanyayê tekezê dike li ser karkirinê li gel hikumeta Herêma Kurdistanê û dibêje: Em pabendîn bi karkirinê li gel we û hikumeta we ji bo avakiina aştîyê, xweşguzeranî, çaksazîya abûrî û hikumeteka bihêz.
Di peyamê de ev jî hetîye: Em piştîvanîya hebûna peywendîyeke baş dikîn di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
K24
