• Friday, 13 February 2026
logo

Parlamenterekî Gorran: Mehmûd Sengawî ji ber pirsgirêka şîrketa xwe ya neftê dixwazê rewşê têk bide!

Parlamenterekî Gorran: Mehmûd Sengawî ji ber pirsgirêka şîrketa xwe ya neftê dixwazê rewşê têk bide!
Parlamenterekî Tevgera Gorran aliyên veşartî yê gotinên endamê polîtburoya YNKê yên li dijî Serok Barzanî aşkera kir û ragehand, ji ber bêhêvîbûna wî ya li nû kirina peymana neftê ew gotin kirin.

Endamê polîtburoya YNKê Mehmûd Sengawî di boneyekî biçûk a partiya xwe de bi zimanê xwe yê bazarê êrîşî Serok Barzanî û PDKê kir. Ji aliyê din ve duh BasNewsê belav kir, ku bi rêya veguhestina dehan tankerên neftê ji bîra Hesîre ya Germiyanê ve bo Hewlêrê ji aliyê asayîşê ve pêşî lê hatiye girtin.

Endamê parlamentoya Kurdistanê yê ser fraksiyona Gorran Rizgar Mihemed ji BasNewsê re ragehand, pêdeçûn li ser babetên tankerên neftê kiriye û ji bo wî aşkera bûye ku peymana ku heye ya şîrketa kesekî bi navê D.H.S. ye, lê esas de ew şîrket a Mehmûd Sengawî ye. Peymana wan li gel hikûmeta herêma Kurdistanê hebû, sê meh carekî neft dikarin ji Germiyanê ve bo Hewlêrê veguhêzin, lê ji roja 15.06.2019ê, peymana wê şîrketê ya li gel hikûmeta herêma Kurdistanê bi dawî bûye û nayê nû kirin.

Herwaha got: ‘’Hikûmetê nexwast wê peymanê nû bike, guman dikim, ew gotinên ku Mehmûd Sengawî kirine ji ber wê babeta peymanê kiriye. Bi piştrastî ve ew gotin rojên 16 na jî 17ê de kirin, wê demê jî baş zanî ku peyman nû nabe, duh jî diyar bû ku asayîşê hemû ew tanker wegerandin û ji wan re got wegerin nav Hesîre, ji ber wê Mehmûd Sengawî ji ber aciziya wê mijarê ew gotin kirin, ku rewşê têkbide.’’

Herwaha aşkera kir, nû nekirina wê peymanê ji bo ku destê Mehmûd Sengawî ji nefta Germiyanê bê qutkirin, ji ber ew şîrket heta mafê petrodolarê jî nade xelkê Germiyanê, ku divê sedî 5ê dahatê bo navçeyê bê xerc kirin. lê wê yekê jî nakin. Û got: ‘’Qubat Talabanî jî di gotinên wî de diyare ku dibêje em nikarin îcraat bikin, lê em dizanin çi pêktê.’

Basnews
Top