• Friday, 13 February 2026
logo

Şandên dewletên Ewropî serdana Rojavayê Kurdistanê dikin

Şandên dewletên Ewropî serdana Rojavayê Kurdistanê dikin
Dewletên Ewropayê xwedî rol û bandoreke berbiçav in di rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de. Di van çend salên krîza Sûriyê de, welatên Ewropayê guhdaneke taybet didine navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di van çend mehên bûrî de, gelek şandên Ewropî serdana wan navçeyan kiriye û hevdîtin ligel aliyên siyasî encam dane.



Ji destpêka krîza Sûriyê ve, Adara 2011an, heta niha welatên Ewropayê xwedî rol û bandoreke mezin in, bi taybetî, li navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rojhilatê Ferat û Dêre Zorê û Rojavayê Kurdistanê, ku niha, bi piştgiriya wan welatan, bi taybetî endamên Hevpeymaniya Navdewletî, li jêr desthilata Rêveberiya Xweser in.



Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê, ku bi serokatiya Amerîkayê hate damezrandin, di pêgeha xwe ya fermî de ragihandiye ku Hevpeymanî bi 80 hevbeş, welat û aliyên endam, Îlona 2014an hate damezrandin. 32 dewletên Ewropî di nav de cih digirin. Hejmarek ji wan endamên Yekîtiya Ewropayê ne.



Li kêleka hêzên Amerîkayê, serbazên her yek ji Fransa, Brîtanya û Almanyayê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hene.



Di warê siyasî de jî, welatên Ewropayê girîngiyê didine wan navçeyan, ku Rojavayê Kurdistanê di nav de beşekî sereke ye.



Weke mînak, di nava herdu mehên Gulan û Hezîranê de, şandeke Fransî, piştre şandeke Swêdî seredana Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên Rêveberiya Xweser kir.



Şanda Wezareta Derve ya Swêdê, di serdana xwe de, heta niha gelek hevdîtin ligel 26 partiyên ser bi Rêveberiya Xweser û hinek rêxistinên din encam dane.



Di hevdîtinên xwe de, şanda Swêdî ligel wan aliyan, rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kiriye. Tekezî li ser wê yekê jî kiriye, ku pêwîst e hemû alî û pêkhate di birêvebirina wan navçeyan de beşdar bin.



Di heman demê de, rewşa piştî têkbirina DAIŞê, di nav de jî, mijara dadgehkirina çekdarên girtî yên DAIŞê hate gotûbêjkirin.



Li aliyekî din, Fransa guhdaneke taybet daye wan navçeyan. Di çarçoveya wê rola xwe de jî, wî welatî destpêşxeriyek pêşniyar kiriye, ew jî bi mebesta pêkanîna nêzîkbûnê di navbera Rêveberiya Xweser û Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûrî ENKSê de.



Di vê derbarê de, balyozê berê yê Fransayê Michel Duclos ji Rûdawê re ragihand, ku Fransa dikare danûstandinê ligel Kurdan bike û divê Tirkiyê wiha hizir neke ku Kurdên Sûriyê li ser wê gef in.



Aliyekî din ji hebûn û rola welatên Ewropayê heye, ew jî girêdayî wan kesên ku ji wan welatan hatibûne Sûriyê û tevlî DAIŞê bibûn, ku gelek ji wan, li cem Rêveberiya Xweser girtî ne.



Herwiha beşek ji welatiyên dewletên Ewropayê tevlî hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bûne.

Rudaw
Top