HSDê 3 Encûmenên Leşkerî ava kirin
Duhî li Bajarê bi beşdariya fermandarên leşkerî û ewlehî, rûspiyên êl û eşîrên herêmê, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, Meclisa Malbatên Şehîdan û fermandarên Koalîsyona Navdewltî, HSDê Encûmena Encûmena Leşkerî ya Tebqayê ava kir.
Li bajarê Qamişlo jî, merasîmek bi amadebûna malbatên şehîdan, nûnerên Rêveberiya Xweser û bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo, HSDê Encûmena Leşkerî ya Qamişlo ragihand.
Herwiha li navçeya Til Birakê ji aliyê HSD`ê ve civînek hat lidarxistin. Di civînê de bi dehan fermandarê HSD‘ê û rûpiyên Ereb ên navçeyên Hol, Til Hemîs û Til Birakê amade bûn û Encûmena Leşkerî ya Holê hat damezrandin.
Li gor berpirsên HSDê, armanc ji avakirina van encûmenan yekxistina tevahiya hêzên deverê û beşdarîkirina serkirdeyên navxweyî di standina biryarê de ye.
Ev yek di demekê de ye, berî çend rojan Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) Encûmena Leşkerî ya Girê Spî jî ava kiribû .
k24
