• Friday, 13 February 2026
logo

Adil Ebdulmehdî: Em naxwazên li Kerkûkê kêşyên heyî zêdetir bibin

Adil Ebdulmehdî: Em naxwazên li Kerkûkê kêşyên heyî zêdetir bibin
dibêje em dixwazên kêşeyên heyî werin çareserkirin
Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî ragihand ku hikûmeta Bexdayê komîteyeke taybet bo rewşa Kerkûkê bi taybetî civînên civata parêzgeha Kerkûkê pêk aniye.

Adil Ebdulmehdî diyar kir ku gote gotên gelek zêde li ser mijara neciviyana civata parêzgeha Kerkûkê hene û em dixwazên mijara han çareser bikin û daku derfeteke goncaw bo lidar xistina civîna civata parêzgehê were afirandin.

Ebdulmehdî herwih gotiye ku ev naxwazên kêşeyên zêdetir li Kerkûkê serî hilbidin û hewl didin daku kêşeyên heyî yên li Kerkûkê werin çareserkirin.

Top