• Friday, 13 February 2026
logo

Şandeke Swêdî li Rojavayê Kurdistanê ye

Şandeke Swêdî li Rojavayê Kurdistanê ye
swêd jî dest bi alîkarî kirina Rojavayê Kurdistanê kir
Duhê êwarê şandeke hikûmeta Swêdê serdana Rojavayê Kurdistan û Bakûrê Sûriyeyê kir.

Şanda han di çaçroveya serdana xwe de vê li gel rêveberiya xweser û part û aliyên siyasî yên Rojavayê bicive.

Li gor jêderan, di civîn û hevdîtinan de vê giftûgo li ser çawetiya zêdetir kirina derfetên karî li deverê were kirin û hikûmeta Swêdê vê li ser vê mijarê hevkariya deverê bike.

Şanda Swêdî herwiha di civînê xwe de behsa vê yekê kiriye ku amadeye hevkariya rêveberiya xweser û hêzên HSDê bike û niha mişxûlî lêkolîn kirin li ser çawetiya pêşkêş kirina wan hevkariya ne.
Top