• Friday, 13 February 2026
logo

Siyasetmedarê YNKyî bo Sengawî: Barzanî rêberê kurdan e

Siyasetmedarê YNKyî bo Sengawî: Barzanî rêberê kurdan e
Şêwirmendê bere yê serokkomarê Iraqê û siyasetmedarê naskirî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Ebdûla Eyaweyî bersiva gotinên Mehmûd Sengawî yên derbarê Serok Barzanî da û aşkere kir ku Serok Barzanî rêberê kurdan e.

Ligor zanyariyan piştî Endamê Mekteba Siyasî yê YNKê Mehmûd Sengawî ji aliye hevalên xwe vah atiye pîşguhxistin êrîşî ser Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Serok Mesûd Barzanî dike- Di kurte vîdyoyekê da ew axaftinên Sengawî belav bibûn.

Beramber wan gotinên Sengawî Dr- Ebdulla Elyaweyî ji BasNewsê ra axivî û go:” Îro ne ew roje em keviran biavên hevdu.Di heman demê da Barzanî rêberê mezin ê gele kurd e. Divê em baweriya xwe bi wî bînin. Ji her fraksiyonê be kî dibe bila bibe nabe em êrîşî ser Kak Mesûd Barzanî bikin. Çunke îro li meydana tene ew di destê me da maye. Piştî wefata Mam Celal, Şêx Mehmûd û Barzaniyê Nemir, her Kak Mesûd Barzanî maye. Divê em nakokiyan çareser bikin ne ku qiseyan jê ra bejin. “

Herwiha Dr. Ebdulla Elyaweyî, axaftina xwe diha bi dawî anî:” Weke dîroknûsekî, bi min gelekî nexweşe gotinên ne li cî bo Kak Mesûd û Kak Hem Hecî û Kak Selahadîn bihêne gotin. Bi taybet Barzanî rêberê kurdan e. Divê em rêzê lê bigirin û pê bawer bin".

Basnews
Top