Rûniştina dadgehîkirina Demirtaş birêve diçe
Di vê derbarê de Parêzerê Demirtaş, Mesut Ozer dûr dibîne ku di wê rojê de Demirtaş were azadkirin.
Mesut Ozer ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Eger di vê rûniştinê de biryara azadkirina Demirtaş bê dayîn jî nayê berdan, ji ber ji aliyê dadgehê ve biryara misoger heye bo hiştina Demirtaş di zindanê de heta sala 2020an.”
Ev mijar di dîbeyta dîrokî ya navbera berbijêrên Hevpeymaniya Cumhur û Hevpeymaniya Millet de bo hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê wek pirsyarek ji herdu aliayn hat kirin.
Moderatorê dîbeytê, rojnamevan Îsmaîl Kuçukkaya derbarê rewşa Demirtaş de ji Ekrem Îmamoglu û Binalî Yildirim pirsîbû
Herçiqas herdu berbijêran xwe ji meseleya Demirtaş dan alî, lê ev mijar her di rojeva Tirkiyê de germ e û çav li ser Sîncanê ne ka derbarê Demirtaş de çi biryarek tê derxistin. Ev di demekê de ye ku Îlona 2018ê Demirtaş li ser dosya "propagandekirina terorê" bi 4 sal û 8 meh zîndanîkirin hat cezakirin.
Rudaw
