• Friday, 13 February 2026
logo

Demîrtaş ji bo helbijartina Stenbolê banga piştîvaniyê bo Îmamoglu kir

Demîrtaş ji bo helbijartina Stenbolê banga piştîvaniyê bo Îmamoglu kir
Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş îro li ser tora xwe ya civakî, derbarê helbijartinên Stenbolê de hin peyam parve kirin û ji bo namzedê CHPê yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu banga piştîvaniyê kir.

Demîrtaş bang li dengdêrên Stenbolê kir û got: ‘’Li ser bingehê dijberî û dijminayiyê na, ji bo dûrketina li hev ya civakî na, ji bo kîn, tolhildan, nefretê na, ji bo pevçûnên berjewendiya kesî na, ji bo pêşeroja geş a zarokên xwe dengên xwe bidin.’’ Herwaha banga piştîvaniya Ekrem Îmamoglu kir.


Selahattin Demirtaş

@hdpdemirtas
7- Bugün için, Sn İmamoğlu’nun söyleminin desteklenmesi gerektiğine inanıyoruz. Çünkü biz birlikte güzeliz. HDP olmadan, HDP’yi dışlayarak hiçbir şey yeterince güzel olmaz. Birileri de artık anlasın ki, “zorla güzellik" de olmaz. Hepinize özlemle, yürek dolusu selamlar...

21.8K
9:55 AM - Jun 18, 2019
Twitter Ads info and privacy
5,913 people are talking about this


Demîrtaş got, HDP ji tabloya siyasî nayê vederî kirin û got, ji bo îro pêwîste gotinên Îmamoglu re piştevanî bê kirin û eger HDP nebe ti tiştek xweşik nabe û got: ‘’Bi zorê xweşikî nabe, divê hinek vê êdî fambikin.’’

Basnews
Top