• Friday, 13 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî li gel Mihemed Hecî Mehmûd civiya

Mesrûr Barzanî li gel Mihemed Hecî Mehmûd civiya
behsa ava kirina kabîneyê kirin
Di çarçoveya civînên xwe yên li gel aliyên siyasî yên Kurdistanê de, îro Serokwezîrê pîwerdar kirî yê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Silêmanî kir û li gel aliyên siyasî civiya.

Mesrûr Barzanî piştî civîna xwe ya li gel YNKê, serdana partiya sosiyalîst demokrata Kurdistanê kir û li gel Sekreterê giştî yê vê partiyê Mihemed Hecî Mehmûd civiya.

Di civînê de her du alî behsa ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê û berbijêrê PSDK bo cîh girtin di kabîneya nû de kirin.
Top