Parlementerê HDPê Ferhat Encu hat azadkirin
Parezerên Encu piştî proseduren fermî çun girtîgeha Kandira ya navçeya bajarê Kocaelî û Ferhan Encu ji girtîgehê derxistin.
Hejayê gotinêye li derheqê Ferhat Encu de bi tawanbarîya pişgirî û endamtîya PKKê doz hatibû vekirin. Li dadgeha Giran ya 2êmîn ya Şirnexê berdwama doze de iro dadgehe biryar da û Parlementerê HDPê ye Şirnexê Ferhat Encu 4 sal 7 meh û 10 rojan hatibû sizakirin. Ferhan Encu, piştî li firokxaneya Şerafettîn Elçî ya Şirnexê hatî desteserkirin hatibû veguhastin Şirnexê û li doza derheqê wî de hatî vekirin de piştî bergirîya xwe da dadgehê biryara zîndankirina wî da bû. Encu, 4ê çirîya peşî sala 2016an hatibû desteserkirin û piştî ve hatibû zîndankirin û hatibû veguhastin girtîgeha Kandiraye ya ser bi bajare Kocaelî ye. Piştî sizaye Encu parlementerîya wî hatibû xistin.
Waar.tv
