Cibûrî: Hewla terorkirina Helbûsî hatiye dan
Meşan Cibûrî di twîttekê de ragihand, ew mûşeka li li navçeya Cadiriye ya Bexdayê ketiye xwarê, baregeh û cihê nîştecihbûna Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî kiriye armanc û wateya vê ev e, ew aliyê ku pêştir gef li Helbûsî kiribû, gefa xwe pêk anî.
Meşan Cibûrî di vê peyama xwe ya twîtterî de bi awayekê nerasterast amaje bi Hizbullah a Iraqê kiriye, ku pêştir gef li Mihemed Helbûsî kiribû.
Li aliyekê din, Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Iraqê di daxuyaniyekê de diyar kiriye, mûşekek li navçeya Cadiriye li navenda bajarê Bexdayê ketiye xwarê, lê belê ti zirarên canî çênebûne.
Di dawiya meha bihorî de, bi rêya nameyekê gef li Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî hatibû kirin, ku navborî siyasetvanekî sunnî yê Iraqê ye.
Her hingê yek ji serkirdeyên Yekîtiya Hêzên Iraqî, Sebah Kerbûlî ragihand, Hadî Amirî û serkirdeyên din ên Heşda Şeibî derbarê van êrîşan de lêkolîn kirine.
Bi gotina Kerbûlî, gefên li dijî Helbûsî ji ber helwêsta wî di meseleya nakokî û rikeberiyên navbera Ameîrka û Îranê de ye.
Li gor lêkolînên ku serkirdeyên Heşda Şeibî derbarê gefa ser Helbûsî de encam dane, derketiye holê ku nameya gefê dirûşma Hizbullaha Iraqê li ser hebûye.
Rudaw
