• Friday, 13 February 2026
logo

Pompeo û Ebdulmehdî aloziyên navbera Îran û Amerîkayê gotûbêj kirin

Pompeo û Ebdulmehdî aloziyên navbera Îran û Amerîkayê gotûbêj kirin
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî duh Înê di pêwendiyeke telefonî de, derbarê aloziyên navbera Îran û Amerîkayê de gotûbêj kirin.



Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Iraqê, “Mike Pompeo peywendî bi Adil Ebdulmehdî kiriye û di vê peywnediyê de gotûbêj li ser xurtkirina têkiliyên navbera herdu welatan hate kirin û herdu aliyan derbarê pêşhatên navçeyê û aloziyên navbera Amerîka û Îranê de nêrînên xwe anîne ziman.”



Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Pompeo helwest û rola Iraqê û hewlên wî welatî yên ji bo parastina ewlehî û seqamgîriya navçeyê û xwedûrgirtina ji aloziyan, û herwiha berdewamiya hevahengiya navbera herdu welatan li dijî terorê, bilind nirxandiye.”



Ofîsa Serokwezîriya Iraqê herwiha daye xuyakirin, Adil Ebdulmehdî di vê peywendiya telefonî de behsa helwesta Iraqê ya derbarê aloziyan de kiriye û amaje bi hewlên ji bo aramkirina rewşê û parastina berjewendiyên gel û welatên navçeyê kiriye.



Ew peywendî di demekê de ye ku roja Pênşemî 13ê Hezîranê du keştiyên veguhastina petrolê li Deryaya Ummanê rastî êrîşê hatin.



Amerîka bi fermî ragihandiye, Îran ji êrîşa ser herdu keştiyan berpirsyar e.

Rudaw
Top