• Saturday, 14 February 2026
logo

Nameya rêberê zîndankirî yê PKKê Abdullah Ocalan ji alîyê parezerên wî ve hati parvekirin

Nameya rêberê zîndankirî yê PKKê Abdullah Ocalan ji alîyê parezerên wî ve hati parvekirin
Parezerên Ocalan Rezan Sarica û Nevroz Uysal 12ê hezîranê seredana wî li girtîgeha girava Îmralîye kiribûn û ev nameya ji alîye Ocalan ve jibo reya giştî hatî rekirin parvekirin.

Di nameye de wiha hat gotin: ”Dibe grevên birçîbûnê bên kirin, lê wekî rêbaza tekoşîna sereke nabîne û pêşniyar nake. Pozîsyona xwe wekî siyaseta jiyandinê digire dest û pênase dike. Li dijî mirinê, parastina jiyanê pênase kir. Diyar kiriye ku ya esas digire tekoşîna yiyan û jiyandinê ye. Birêz Ocalan têkildarî pirsgirêkên polîtîk û civakî çavdêrî û der barê vê yekê de jî pêşniyarên xwe yên çareseriyê di her firsendê de anîne ziman û di vê hevdîtinê de jî anîne ziman. Me carek din dît ku sekna xwe ya israra li ser bingeha siyaseta demokratîk û aşitîya bi rûmet dubare nîşan da. Ocalan da zanîn ku li gorî nişana dîrokê Tirk beyî Kurdan û Kurd jî bêyî Tirkan nikarin bijîn. Dema li Mezopotamya Kurd hatin xelaskirin, li Anatoliyê li ser navê Tirkan tu tişt namîne. Diyar kir ku hebûn û pêşketina Kurdan û hebûna Tirkan bi hevve girêdayi ye. Divê li gorî vê rastiyê tev bigerin. Ev yekîtiya Kurd û Tirkan, wê rê li pêş jiyana aştî û demokratîk a gelên li Rojhilata Navîn jî veke. Me dît ku pêşengîyê dide çareseriya demokratik û ji bo vê yekê jî girîngiyê dide guhertinen qanûnî û Makeqanûnî. Ji bo vê yekê jî diyar dike ku guhertina demokratîk û fikrî enceq bi tevlêbûna hemû beşên civakê pêkan e. Di mijara Sûriyeyê balkişand ser girîngiya feraseta siyasî ku tevahiya Sûriyeyê temsîl dike, wekî carên berê dîsa balkişand ser mîsogeriya makeqanûnê û pêşniyara demokrasiya herêmî. Dibêje polîtîkayên derve-hundir ên Tirkiye û Sûriyeyê girêdayî hev in û ne mimkun e ji hev cûda bên destgirtin.” Di nameye de peyama Ocalan wiha berdewam kir: ”Hêvîdarim ku bi taybet jî rêhevalên ku pêvajoyê bi ruhekî kûr hîs dikin, di hêla beden, zêhn û ruhî de li xwe baş binêrin. Li ser bingeha dersên ku ji pêvajoya rexne û rexnedayînê hatine derxistin, ji we re serkeftinê dixwazim. Ez bi taybet jî dixwazim destnîşan bikim ku ev helwesta di çarçoveya înîsiyatîfa şexsî de pêş ket, divê weke helwesteke li gorî dewletê yan jî weke tawîzdayînê neyê nirxandin. Li gorî hêvî û pêjna min, di wê baweriyê de me ku dê encamên erênî bi xwe re bîne. Ez vê hêviya xwe diparêzim. Hêvî dikim ku ji vir û şûnde li ser bingeha felsefeya hebûnê, hûn di hêla beden, ruh û zîhnî de xwe pêşve bixin.”


Waar.tv
Top