• Friday, 13 February 2026
logo

Le Drian: Helwestên Fransa û Tirkiyê li ser bakurê rojhilatê Sûriyê cuda ne

Le Drian: Helwestên Fransa û Tirkiyê li ser bakurê rojhilatê Sûriyê cuda ne
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Yves Le Drian, îro Pênşemî serdana Tirkiyê kir û ligel hevtayê xwe yê Tirkiyeyî Mevlut Çavuşoglu civiya. Le Drian piştî civînê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, têkildarî rewşa bakurê rojhilatê Sûriyê, ango Rojavayê Kurdistanê, nêrîn û helwestên Parîs û Enqerê cuda ne.



Jean Yves Le Drian û Mevlut Çavuşoglu piştî civînê ku li Enqerê pêk hat, di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de amade bûn û derbarê hevdîtina xwe de û mijarên ku di civînê de gotûbêj kirine, zanyarî dan.



Le Drian amaje bi giringiya peywendiyên navbera Fransa û Tirkiyê kir û got, “ez di asta serokomaran û wezîran de vê peywendiyê bi awayekê rêkxistî dibînim. Tevî vê yekê, gelek girign e ku em van peywendiyên xwe biparêzin. Hebûn û berdewamiya peywendiyan di asta rêveran de jî binirxbûna van peywendiyan nîşan dide.”



Le Drian da xuyakirin ku di navbera Fransa û Tirkiyê de “li ser hin mijaran nêrînên cuda hene” û got, di serdana meha Kanûnê ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bo Parîsê de, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi awayekê vekirî û zelal jê re behsa îmkana pêşxistina peywendiyan kir û ew derfet çêbû ku herdu li ser mijarên nakok û cudahiya nêrînan jî gotûbêjê bikin.



Wezîrê Derve yê Fransayê herwiha da zanîn ku civîna Komîteya Kar a Hevbeş a di navbera Fransa û Tirkiyê de dê payîzê were encamdan.



Jean Yves Le Drian amaje bi xebata hevbeş a Fransa û Tirkiyê li dijî terorê kir û diyar kir, têkoşîna hevbeş a Parîs û Enqerê li dijî DAIŞê bû sedem ku têkiliyên herdu aliyan bêtir pêşbikevin.



Le Diran di axaftinên xwe de amaje bi PKKê û hewldanên Tirkiyê yên li dijî PKK jî kir û ragihand, “Fransa amade ye di vî warî her tiştê ku pêwîst be, bike.”




Le Drian têkildarî mijara Sûriyê jî behsa nêrînên Parîs û Enqerê kir û diyar kir, têkildarî mijara Idlibê û rewşa mirovî ya li wê derê, nêrîna wan û Tirkiyê hevbeş e, “lê di mijara bakurê rojhilatê Sûiryê de, Parîs û Enqere xwedî helwest û nêrînên cuda ne.”



Di beşeke din a axaftinên xwe de, Le Drian amaje bi pêvajoya endambûna Tirkiyê di Yekîtiya Ewropayê de jî kir û got, ew dixwazin Tirkiye bibe kokê Yekîtiya Ewropayê, ji ber ku bi gotina wî “herdu aliyan pêwîstî bi hev heye”. Bi gotina Le Drian, “hem Fransa û hem Yekîtiya Ewropayê pêwîstî bi Tirkiyeyeke seqamgîr, demokratîk û xweşguzeran hene.”



Wezîrê Derve yê Fransayê amaje bi kêşe û hebûna helwsêtên cuda di navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê de kir û da zanîn, ew “nankoiyan paşguh naxin” lê belê ew dê “li ser esasê ruhekî hevbeş, kar ji bo jihevtêgihîştineke hevbeş, ji bo bidestixstina armancên hevbeş û çareserkirina pirsgirêkên hevbeş bikin.”



Wezareta Derve ya Tirkiyê, roja bihorî di daxuyaniyeke nivîskî de ragihandibû, Le Drian li ser vexwendina fermî ya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu serdana wî welatî dike.



Di daxuyaniyê de hatibû gotin, di hevdîtinê de peywendiyên dualî, pêşhateyên li herêmê û cîhanê û herwiha pêvajoya endambûna Tirkiyê di Yekîtiya Ewropayê de dê bêne gotûbêjkirin.

Rudaw
Top