Hêzên Îranê li ser sînor kolberekî Kurd kuştin
Li gor agahiyên ji çavkaniyên xwecihî yên Rojhilatê Kurdistanê, hêzên Îranê îro Pênşemî derdora saet 10:00ê serê sibê li aliyê gundê Zellê yê ser bi navçeya Baneyê ve teqe li hejmarek kolberên Kurd kirine.
Di encama gulleberdana hêzên Îranê de, kolberekî Kurd canê xwe ji dest daye û kolberek jî birîndar bûye.
Li gor zanyariyan, kesê ku ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye kuştin, navê wî Mihemed Husênzade û xelkê gundê Zellê yê ser bi devera Nimeşêr a Baneyê bûye, lê belê li gundê Kewpêç bûye.
Mihemed Husênzade 30 salî û zewicî bûye û du zarokên wî hene.
Rûniştvanên parêzgehên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê ji bo peydakirina debara jiyana xwe ji sînorên Tirkiyê û Iraqê ve bi neçarî kelûpelan li ser pişta xwe vediguhêzin, lê gelek caran dibin qurbanî û bi taybet ji aliyê hêzên Îranê ve tên kuştin.
Rudaw
