Serokomarê Fransa Emmanuel Macron pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir
Konsûlê giştî yê Fransa li Hewlêrê, Dominique Mass îro danê sibê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir. Mass nameya pîrozbahî ya serokê Fransa Emmanuel Macron da Nêçîrvan Barzanî.
Di nameyê de ku nusxeyek ji BasNewsê re hatiye şandin, Macron pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kiriye ku bûye Serokê Herêma Kurdistanê û daye xuyakirin ku serokatiya Nêçîrvan Barzanî dê bibe qonaxeka girîng bo Kurdistan û Iraqê.
Serokomarê Fransa behsa pêwendiyên dîrokî yên navbera Fransa û Herêma Kurdistanê û şerê hevbeş yê li dijî DAIŞê kiriye û gotiye, ew spasiya hêzên Pêşmerge dike ku di şer de qurbanî dane her wiha spasiya hikûmeta Kurdistanê dike ku pêşwazî li koçberan kiriye.
Emmanuel Macron di dawiyê de piştevaniya Fransa bo Kurdistanê ragihandiye û hêviya xwe aniye ziman ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Fransa hîn zêdetir bihêztir bibin. Naveroka nameya Macron bo Nêçîrvan Barzanî ev e:
"Birêz Serok,
Dixwazim germtirîn pîrozabhî li cenabê te bikim bi boneya hilbijartina weke Serokê Herêma Kurdistana Iraqê. Hêviya serkeftinê ji bo te dixwazim di bicihkirina vê berpirsyariya mezin de.
Destbikarbûna we qonaxeke girîng e bo Herêma Kurdistan û bo hemû Iraqê ku niha dema aramî û aştiyê ye. Ez pê bawer im ku ezmûna cenabe te dûr û dirêj dê bibe alîkar ji bo sepandina aramiyê û Fransa bi hemû şiyanên xwe piştevaniya we dike.
Fransa û Kurdistana Iraqê bi rêya peywendiyên dîrokî bi hev re hatine girêdan û di şerî hevbeş ê li dijî DAIŞê de peywendiyên xwe bihêztir kirin. Dixwazim bi taybeti spasiya xwe bo wê yekê bikim ku ew hemû qurbanîdana Pêşmerge û herwiha ji bo hewla desthilatdariya herêmê bo pêşwazîkirina ew koçberên ji ber destê cîhadiyên barbar reviyane kir. Hûn agahdar in ku em pabendê daxwazên Kurdan di çarçoveya Iraqa yekgirtî, federal û demokratîk de. Her bi navê peywendiyên taybet bû ku Fransayê di çareserkirina qeyranên piştî referanduma serxwebûnê rû dabûn de beşdarî kir. Em îro betewer in peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêşketine û bi saya rêkeftin li tevahiya Iraq aramî, ewlejî û geşêdan çêbûne.
Hêvîdar im di hemû waran de peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de pêştir bikevin, di taybetî di warên aborî, kulturî û perwerdeyê de ku xelkê nêzîktirî hev dike. Hûn di vê çarçoveyê de dikarin baweriya xwe bi rêveberiya Fransayê bînin.”
Basnews
