Eyad Elawî peyameka pîrozbahiyê arasteyî Mesrûr Barzanî kir
Di peyama xwe da Eyad Ellawî gotiye: “Cenabê te bi minasebeta wergirtina wê baweriya Parlementoya Kurdistanê hilbijartina serokweziriya Herêma Kurdistanê pîroz dikim.”
Herwiha di berdewamiya peyama xwe da Ellawî amaje bi wê yekê kiriye û hêvî xwestine ku di serdema Mesrûr Barzanî da berjewendiyên xelkê bihêne parastin û pirsên heyî bihêne çareserkirin.
Di dawiya peyama xwe jî da Ellawî ji Mesrûr Barzanî ra wiha gotiye: “Xwe serkeftî bike û rêya te pirr bixêr û bereket be û ezîz bimînî.
Basnews
