• Friday, 13 February 2026
logo

Çavuşoglu: Peywendiyên Fransayê yên li gel YPGê şaş in

Çavuşoglu: Peywendiyên Fransayê yên li gel YPGê şaş in
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand, hevkariya di navbera Fransa û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de şaş e û divê Fransa vê peywendiyê ber çav bigre.



Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ku pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian kir got, YPGê beşek ji PKKê ye ku li Fransayê serkirdeyên vê rêxistinê (mebesta wî PKK ye) girtîne û wek “terorist” tên naskirin.



Çavuşoglu bal kişand ser wê yekê, ku Tirkiyê tekezî li ser çareseriya axa Sûriyê di çwarçoveya Sûriyeke yekgirtî dike.



Wezîrê Derve yê Tirkiyê got: “Li Franseyê serkirdeyên PKK hene ku girtî ne, herwiha pêngavên Fransayê yên bo destgirtin bi ser mal û milkên serkirdeyên PKK û kesên ku piştîvaniya maddî didin PKKê bilind dinirxînin. Lê li em hevkariya nêzîk a Fransayê ya ligel YPGê ku ti cûdahiyeke wê ligel PKK nîne rast nabînin, em dibînin ku wê yekê bandor li ser hevkariyên me yên li NATOyê û çend cihên din kiriye, PKK û YPG yek in, di demekê de ku wan tedbîran li hemberî PKK werdigrin û ji aliyê din bi YPGê re di hevkariyeke nêzîk de ne. Ev yek kêrî Fransayê nayê.”



Çavuşoglu anî ziman hevakirya Fransayê ya ligel YPGê ji bo siberoja Sûriyayê û yekîtiya xaka wê metirsîdar e, herweha ji bo ewlehiya sînorên Tirkiyê mijareke hesas e.

Rudaw
Top