Brîtanya: Em bi erkdar kirina Mesrûr Barzanî keyfxweş in
Andrew Murrison di tora civakî ya twitterê de ragehand: Brîtanya bi Herêma Kurdistana Iraqê ya ewle û xweşguzar pêbend e.
Herwaha got: Keyfxweşim bi axaftina serokê nû yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û keyfxweşim bi helbijartina Mesrûr Barzanî wek Serokê Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê.
Ew wezîrê Brîtanî amaje bi wê yekê jî dike, Em hêvîdarin bi hev re kar bikin, ji bo azadiya olî û zêdekirina hejmara jinan di hikûmeta nû de.
