• Friday, 13 February 2026
logo

Balefirên Tirkiyeyê benzînxaneyek bordiman kirin

Balefirên Tirkiyeyê benzînxaneyek bordiman kirin
zirarên mezin yên madî bi cêyê bordimanê ketine
Duhê êwarê balefirên şer yên Tirkiyeyê di çarçoveya êrîşên xwe yên bo ser deverên sînorî yên ku bi hinceta hebûna endamên pkkê didome, benzînxaneyek li nêzî Amêdiyê bordiman kirin.

Li gor peyamnêrê me di encama bordimana han de zirarên mezin bi benzînxane, rêya hatûçûyê û mal û dûkanên derdorê gehêştine.

Ev benzînxaneya ku hatiye bordiman kirin 1 km ji navenda Amêdiyê dûre û nêzî şaxê 18an ya partiya demokrata Kurdistanê ye.

Top