Lêkolînvanekî Iraqê: Biryara Hewlêrê ji beşek welatên serbixwe giringtir e!
Nivîskar û lêkolînvanê Iraqî Îbrahîm Sumeydeyî di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand, ‘’herêma Kurdistanê di yek mesafeyê de ye di navbera Siûdiye û Tirkiye, Îsraîl û dijminê wê yê aşkera û dostên wê yên veşartî, Amerîka û Îranê de rawestaye û ev yek xal û aliyê wê yê bihêz e.’’
Îbrahîm Sumeydeyî bi ecêbmane ve pirs dike ‘’Gelo siyasetmedarên Iraqê dê ji Hewlêrê fêr bibin, ku nîvê rêza ji Hewlêrê re tê girtin ji bo welatê xwe jî dabîn bikin?’’
Lêkolînvanê Iraqê dibêje, ku Hewlêr li ser nexşeya jeosiyasî ya navçeyê de xwedî xalekî gelek bihêze û kes nikare vê înkar bike. ‘’Herî kêm gelek bihêztir e ji Bexdayê’’ û ji bo wê jî belge nîşan dide ku, aliyên Iraqî nikarin bi taybet pirsgirêkên xwe yên tayfeyî jî bê biryara Hewlêrê zelal bikin.’’
Îbrahîm Sumeydeyî dibêje, Hewlêr paytexta veşartî ya Iraqê ye û xwedî biryara xwe ye li Iraqê û Rojhilata navîn. Û yek ji nîşanên bihêzbûna wê jî ew e ku ‘’Ti hikûmetekî Iraqê bê razîbûna Hewlêrê pêknayê.’’
Li gor Sumeydeyî du sedemên giring hene, ku herêma Kurdistanê bihêz dike, ew jî yek ji wan ‘’Rêz girtina Hewlêrê ya ji xwe re ye û bawerî bi hêza xwe biryara xwe heye.’’
Nivîskarê Iraqê dibêje, bihêzbûna herêma Kurdistanê ku gelek bihêztire ji beşek dewletên xwedî serwerî û serbixwe yên cîhanê û dibêje: ‘’Hewlêr xwedî helwêstê xwe yê taybet e, derbarê bûyerên Rojhilata Navîn û cîhanê de.’’
Îbrahîm Sumeydeyî wêneyek merasîma sond xwarina serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya bi amadebûna serok Barzanî û 1200 rêveberên payebilind ên Kurdistan, Iraq û cîhanê li gel wê parve kirin û posta xwe daniye.
Basnews
