• Sunday, 17 May 2026
logo

Almanya berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê

Gulan Media September 4, 2023 Nûçe
Almanya        berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê

Cîgirê Konsulusê nû yê Almanyayê dest bikar bû.

Berpirsê fermangeha têkiliyên derve yên hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyê pêşwaziya Cîgirê Konsulusê nû yê Almanyayê li herêma Kurdistanê Binjamîn Henna kir.

Di civînê de Sefîn Dizeyî pîrozbayiya destbikar kirinê li wî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û ragihand ku, fermangeha têkiliyên derve amadeye her cure hevkarî û karasanî bo nav hatî pêşkêş bike.

Di berdewamiya civînê de her du alî behsa rewşa deverê jî kirin û Cîgirê Konsulusê Almanyayê diyar kir ku, Almanya girîngî dide têkiliyên xwe yên li gel herêma Kurdistanê û berdewam dibe li ser piştîvanî û hevkarî kirina Kurdistanê.

Top