• Friday, 13 February 2026
logo

Rêveberiya Xweser 14 zarok radestî Hollanda û Fransayê kirin

Rêveberiya Xweser 14 zarok radestî Hollanda û Fransayê kirin
di navbera wan de rêkeftinek hatiye îmzekirin
Beriya du rojan şandeyeke hevpar ji wezaretên karên derve yên Fransa û Hollandayê serdana Navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarokê Eyn Îsayê kir.

Di civîn û hevdîtinên navbera şanda mêwan û rayedarên rêveberiya xweser de behsa girtiyên DIŞIê û herwiha zarokên çeteyên DIŞIê hate kirin û pişt re rêkeftinek di navbera her du aliyan de hate îmzekirin.

Şande ji serokê Navenda Krîzan a Wezareta Karên Derve ya Fransyê Eric Schafalier û serokê Navenda Krîzan a Wezareta Karên Derve ya Hollandayê Ian Bijan tevî tîma pê re, pêk tê.

Rêveberiya Xweser 14 zarokên sêwî yên çeteyên DIŞIê û hemwelatiyên Hollanda û Fransayê li gorî mohrkirina belgeya radestkirinê ya fermî, radestî welatên wan kirin.
Top