• Friday, 13 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî îro bi pêkanîna hikûmetê tê raspardin

Mesrûr Barzanî îro bi pêkanîna hikûmetê tê raspardin
Îro 11.6.2019an kandîdê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji aliyê Parlemantoya Kurdistanê ve bo pêkanîna hikûmeta nû tê destnîşankirin.

Parlemantoya Kurdistanê îro demjimêr 11 dicive û li gor zanyariyan di karnameya civînê de, Serokê Desthilatên Cibicîkirinê ya Herêma Kurdistanê tê destnîşankirin.

Seroka Parlemantoya Kurdistanê Vala Ferîd di dawiya civîna duhî ya Parlemantoyê de ku taybet bû bi sûndxwarina Serokê Herêma Kurdistanê, ragihand, îro Parlemantoya Kurdistanê ji bo destnîşankirin serokê nû yê hikûmetê dicive.

Pêştir, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wek mezintirîn fraksiyona Parlemantoyê, Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmetê kandîd kiribû.

K24
Top