• Friday, 13 February 2026
logo

Hêzên Iraqî ciwanekî kurd kuştin

Hêzên Iraqî ciwanekî kurd kuştin
Îşev roja duşemê 10. 06. 2019an hêzeka Iraqî li taxa Penca ya Kerkûkê gule li ciwanekî kurd reşandin û ew kuştin.

Ligor zanyariyên BasNewsê îşev saet 18:00an li taxa Penca ya Kerkûkê hêzên Iraqê teqe ciwanekî kurd ê bi navê Suba Enwer kirine û di encamê da ew ciwanê kurd hatiye qetilkirin.

Ligor zanyariyan ew ciwane ji bajarekî Herêma Kurdistanê ye û demek eli Kerkûkê bi cî bûye. Herwiha cenazeye wî jî Pizîşkiya Dadî ya Kerkûkê û kesî xweyîtî li cenazeyê wî nekiriye.

Ligor zanyariyên BasNewsê Lîwaya 61 a Iraqê teqe li ciwanê kurd kiriye û aniha parastina Kerkûkê dikin.

Basnews
Top